|
Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş di operasyonên li dijî DTP de hatibû girtin û ji dawiya sala 2009 ve, ji ber siyaseta toreyî ya Turkiyê, di zindanê de bû. Siheta Demirbaş demek dirêj e ji ber nexweşiya Vein thrombosis (DVT) di xeterê de ye. Divê Demirbaş di bin kontrola doktoran de bê tedawîkirin.
Azadî jibo Abdullah Demirbaş!
Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş di operasyonên li dijî DTP de hatibû girtin û ji dawiya sala 2009 ve, ji ber siyaseta toreyî ya Turkiyê, di zindanê de bû.
Siheta Demirbaş demek dirêj e ji ber nexweşiya Vein thrombosis (DVT) di xeterê de ye. Divê Demirbaş di bin kontrola doktoran de bê tedawîkirin. Lênerîna wî demek dirêj dixwaze. Nexweşiya Demirbaş berî bi hefteyekê lê giran bû û ew rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê. Nuha di beşek taybetî de, di bin çavdêriya polîsan de tedawiyê dibîne.
Birêvebirên hikumeta Turkiyê li ser rewşa wî hatibûn agahdarkirin. Lê ew naxwazin rastiya Demirbaş bibînin û dixwazin wî careke din têxin zindanê.
Navenda Kurdocide Watch-CHAK ê li gel Kurdocide Watch CHAK-Bakur ji 30’yê adarê heta niha kampanyek navnetewî bi alîkarî û hevkariya gelek dezgehên netewî daye destpêkirin. Xebata me ji bo azadiya Demirbaş didome.
Em banga xwe digihînin tevayê kurdan û mirovatîyê:
Pêwîstiya Demirbaş bi piştgiriya we heye. Divê daweyên li dijî wî hatiye destpêkirin bi dawî werin û Demirbaş azad bibe. Jibo bidestxistina encamek wisa û zextdayîna ser birêvebirên hikumeta Turkiyê, pêwîstiya me bi piştgiriya we heye.
Daxwaziya me ew e ku, hûn beşdarî kampanya me ya îmzeyan bibin, da ku em bikarîbin bi yek dengî, xwestina xwe bigihînin dezgehên navnetewî yên pêwîst.
Îmze di malpera www.kurdocidewatch.net ê tê berhevkirin. Dezgeh û kesên dixwazin, dikarin bi rêya e mailên: info@kurdocidewatch.net & chak-bakur@kudocidewatch.net ê beşdarî kampanyayê bibin. Ji kerema xwe re, nav û paşnav, karê xwe û welatê hûn lê ne binîvisînin.
Gelek spas.
Goran Helebceyî, Serokê Giştî, Kurdocide Watch-CHAK
Elî Mahmûd, Dîrektorê Ragihandin û Çapemeniyê, Kurdocide Watch-CHAK
Gabar Çiyan, Cigirê Serokê Giştî, Kurdocide Watch-CHAK
|