Vê carê bi bêbextî û di bin çavdêriya qaşo rayedarên ewlekariyê de êrişê sembola aşitiyê, Rîsipî û pêşengê me Ahmet Turk kirin.
Şermezarkirin
Vê carê bi bêbextî û di bin çavdêriya qaşo rayedarên ewlekariyê de êrişê sembola aşitiyê, Rîsipî û pêşengê me Ahmet Turk kirin. Li Stembolê jî polêsê wan narînçokeke gazê avêtibûn ser wî. Em wek Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) vê êrişa xûyaye ku fermandêrê wê dewlet e bi hemû nefreta dil şermezar dikin.
Dewleta xwînxwar bi maşeyên destên xwe êrişê me dikin, me dikujin, ji bo poşandina rastiyan, parastin û serbest berada kujêran, dadgehên divê li cihê bûyarê pêkwere, dibin bajarên tirkan. Li wan bajaran jî êrişê me dikin. Doh li Eskîşehîrê û îro li Samsûnê, dê sibe li bajarekî din be.
Bi zelalî xuyaye ku ev dewlet û serkariya AKPê ji bo têkbirin û tasvîye kirina berxwedan, birêkxistin û îradeya kurdan çi ji dest tê, bi aşîkarî dike. Ev êrişa li dij Birêz Ahmet Turk li gor armanca vê plana tasviyekirinê ye. Divê her kurd di vê çarçovê de li mijarê binêre.
Ji rastiya vê û ji ber xwezaya vê rastiyê, mirov nikane wan vexwîne ser xeta aqlî selîm, lew re ew hîn ne amadene ku ji aqlê nijatperestî û îslamo faşîst bi şûn ve gavekê jî bavêjin. Ji ber vê egerê em wek Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) careke din vê helwesta tîran û wê êrişa li ser birêz Ahmet Turk bi tundî şermezar dikin. Li gel daxwaziyên sihetê, em silavên xwe ji birêz Ahmet Turk re dişînin.
Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK)
Komîta rêveber / berpirsiyariya çapemeniyê
|