|
Li bajarê Samsûnê, li ber deriyê “Dadgehê” erîşî siyasetmedarê Kurd Kekê Ahmed kirin. Êrîş ji aliyê kesekî ku ji nav koma polîsan der ket hate pêkanîn.
Daxuyanî ya Enstituya Kurdî ya Brukselê
Li bajarê Samsûnê, li ber deriyê “Dadgehê” erîşî siyasetmedarê Kurd Kekê Ahmed kirin. Êrîş ji aliyê kesekî ku ji nav koma polîsan der ket hate pêkanîn.
Mêrxasê siyasî, pêşengê berxwedanê, merivê aştixwaz û zana, li ber çavên polis û kamerayên televîzyonan dixwestin lînç bikin. Heta autoya wî ji nav qerebalixê dûr jî ket qareqare xwînxweran bû.
Kekê Ahmed ku bi salan siyaset kiriye, ji ber bîr û baweriya xwe di zîndanên vê dewletê de mayiye, êşkence û gelek neheqiyên din dîtine, sivik be jî, birîndar bû.
Dewlet û hikûmeta ku serê her deqîqê behsa demokrasî û mafên merovan dike berî demekê qedexa siyasî danî ser Kekê Ahmed. Îro jî bi destên merivên xwe yên xwînrêj êrîş bir ser. Balkêş e ku televîzyon û medya din axaftinên Turkên din jî dîmen dîmen belav dikin û gotinên wan ku dibêjin “em bi wî merivê êrîş bir ser wî serbilind in.” Hewqas çavsorî û hewqas hovîtî!
Êrîşa li hember Kekê Ahmed pêk hat li hember gelê Kurd pêkhatiye. Gelê Kurd pê êşiyaye. Û wê êrîş û heqaretê jibîr jî nake. Kevneperest, nîjadpaerest û dijminên hebûna gelê Kurd dive baş bizanin ku êdî Krd ne Kurdên berê ne. Ew rêberê xwe Kekê Ahmed tenha nahêlin û bersiva vê êrîşê jî ewê bide.
Enstituya Kurdî ya Brukselê, vê hovîtiyê li hember gelê Kurd, li hember demokrasî, aştî û jiyana bi hevra dibîne û bi hemû endam û dostên xwe ve, vê êrîşa li hember Kekê Ahmed şermezar dike.
Derwêş M. Ferho
Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê
14.04.2010
|