Nunerê Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur Gönderen Hasan Tarih: Perşembe, 24. Kasım 2005 (705 okunma) KonuKurdi
Birêz ,
Bi înisyatifa Hevbendiya Demoqratika Kurdên Bakur û bi piştgiriya hin parlementerên fransî , konferansek siyasî roja 29.11.2005 li Parisê di avahiya Meclisa Netewî ya Fransa de tê çêkirin.
Partiyên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar dibin. Herwesan, kesatiyên siyasî, nûnerên partiyan û hin diplomatên ewropî hatine vexwandin. Kesayetî û nunerên saziyên civaki yên Kurd jî beşdar dibin.
Konferans di bin vî navê de tê kirin : Demoqratikirina Rojhelata Navîn û çareseriya pirsa gelê Kurd (li herçar parçên Kurdistanê)
Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur bi keyfxweşiyek mezin we jî dawetê konferansê dike û bawer dike ku beşdarbûna we dê naveroka û niqaşa erênî zengintirbike.
Keremkin bi vê nameyê re programê konferansê jî wergirin.
Navîişan û tarixa Konferansê:
29 çitiya paşîn 2005, roja sêşemi saet 09.00 heta 21.00
li: Assemblêe Nationale de la France
126 rue de l’Universitê, 75007 Paris, Salle 62-42 .
Ji kerema xwe di demek nêzîk de bersiva me bidin.
Digel silav û rêzên me
Dr. Musa Kaval
Nunerê Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur
8.rue St. Marc, 75002 Paris
Tel: 00 33 144 76 08 39
E-Mail: hevbendi@invivo.edu
( | | Puan: 0)
Siyasetvan û nivîskar Yaşar Kaya li Hewlêrê navenda YNK ziyaret kir Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 22. Ekim 2005 (1869 okunma) KonuKurdi
Serokê partiya DEP yê berê, siyasetvan û nivîskar Yaşar Kaya ev demeke bi serdaneke taybetî li başûrê Kurdistanê ye. Kaya li Hewlêrê çû serdana liqê 3. yê YNK. Li wir berpirsiyarê YNK Dr. Saadî Pîrê çû pêşwaziya Yaşar kaya.
WE ŞEV LI ME, LÊ SERÎ LI XWE GERAND-II- Mehmud Onder Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 16. Ekim 2005 (2244 okunma) KonuKurdi
Belê, niha ez dipirsim; rêzdar Burkay, Çima Te 30 salan berê xelkê kurd da aliyên şaş û li gor berjewendiyên Sovyetê siyaset meşand? Herwisa dema ku Te bi rêzdar Ocalan re agirbest îlan kir, çima wê demê PKK ne rêxistineke ajan bû? ya sêyemîn jî gelo partiya PSK niha bi partiyeke ajanre hevkarî dike?
BERNAME Gönderen Hasan Tarih: Salı, 11. Ekim 2005 (1411 okunma) KonuKurdi
BERNAME
15.10.2005 ŞEMÎ (C.Tesi)
Seat 13.00 Vekirin Axaftına mısafiran û xwendına Bruskan.
Seat 15.00 Seminer jı bo Osman Sabrî Axaftwan: Heyderê Omer
Seat 18.00 Bernama Kulturî Folklor, Muzik û Hip-Hop a Kurdi
Seat 21.00 Girtin
16.10.2005 YEKŞEM (Pazar)
Seat 11.00 Vekirîn
Seat 13.00 Rewsa Wesanen Kurdi a doho-iro. Axaftwan: Cemal Xeznedar (Arsiv) Seyitxan Kuric (Wesanen Zazaki) Sabah Kara (Wesanen Kurmanci)
Seat 15.00 Xwendina Helbestan Helbestwan: Eskere Boyik
Seat 17.00 Girtin
PROGRAM
15:10:2005 SAMSTAG
13.00 Uhr Eröffnung Rede von Gesten
15.00 Uhr Seminer über Osman Sabri Redner: Heydere Omer
18.00 Uhr Kultur Program Volktanz, Kurdische Hip-Hop und Musik
21.00 Uhr Schliesung
16.10.2005 SONNTAG
11.00 Uhr Eröffnung
13.00 Uhr Situation der Kurdische Verläge Rednern: Cemal Xeznedar (Kurdische Arschiv) Seyitxan Kuric (Verläge auf Zazaki) Sabah Kara (Verläge auf Kurmanci)
15.00 Uhr Lesung von Gedichten Dichter: Eskere Boyik
Vexwendin ji bo seminer Gönderen Hasan Tarih: Salı, 11. Ekim 2005 (1296 okunma) KonuKurdi
Vexwendin ji bo seminer
Pêşketin û rewşa çapameniyê li Kurdistan-Iraqê Bi gelemberî - rol derfetên fêrbûn û perwerdeyiyê perspektîv hêvî û daxwazî
Dem: Yekşem / Sonntag, 16.10.2005, von 14.00 - 16.30 Uhr Cih: Stadthalle Bad Godesberg, Koblenzer Straße 80, 53177 Bonn
Bername 14.00 Uhr Hatina beşdaran 14.15 Uhr Vekirin, silavkirin û pêşgotina civînê Metin Incesu, Serokê NAVEND Dr. Awat Asadi, Cîgirê duyem yê serokê NAVEND 14.30 Uhr Pêşketin û rewşa çapameniyê li Kurdistan-Iraqê Mustafa S. Kareem, Cîgirê sernivîskarê rojnameya Al-Ittihad û cîgirê serokê giştî yê sendîkaya rojnamevanan li Kurdistan-Iraqê Kawa M. Mawlud, Sernivîskarê rojnameya Kurdistani New Gotûbêj / Diskussion Birêvebir / Moderation: Dr. Awat Asadi, Bonn 16.30 Uhr Dawiya civînê û xatirxwestin
NAVEND - Zentrum für Kurdische Studien e.V. Navend ji bo Lêkolînên Kurdî Center for Kurdish Studies Centre des Etudes Kurdes
WE ŞEV LI XWE, LÊ SERÎ LI ME GERAND-Mehmud Onder Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 07. Ekim 2005 (923 okunma) KonuKurdi
PKK-KÎP (Kurdistan Îşçî Partîsî) ya di bin pêşengiya Omer Çetîn de û TKSP-PSKT (Turkiye Kurdistani Sosyalist partîsî) ku paşê navê xwe guhert û kir Partiya Sosyalist a Kurdistanê ya di bin pêşengiya Kemal Burkay de bûn parêzvanê Sovyetê li Kurdistanê.
YEKÎTİYA EWRÛPA, TIRKIYE Û KURD-HASAN KAYA Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 05. Ekim 2005 (494 okunma) KonuKurdi
Komara Tirkiye li gorî konseptekê hate damezrandin; ew konsept ne li gorî realîteya gelên Kurdistanê (kurd, suryanî, ermenî) û gelên din ên Tirkiyeyê (rûm, tirkmen, laz) bû. Yanî kirasek li Lozanê hate dirûtin û bi darê zorê li bejna gelan hate pêçan.
PÍNEYÉ SOR Ú SIPÍ-Hasan SEMSURI Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 05. Ekim 2005 (405 okunma) KonuKurdi
PÍNEYÉ SOR Ú SIPÍ.
Bav ú kalén me gotine ku : Píneyé sor ú sipí li hev nayé. Lé bi deh salane ku em dixwazin ú hewl didin ku van píneyé sor ú sipí li hev bínin, lé mixabin ku nabiye.
Di díroké de gellek zelal té xuyakirin ku, hetta roja íro herdemé ú li herderé, kícax ú bi ci awayí ku seré birayé me é Tirk ketiye tengasí ú belayé em Kurd bi lez ú bez, bi malé xwe ú bi xcané xwe me piştgiriya Tirkan kiriye ú me Tirk li hemú astengiyan ú xetereyan rizgar kirine.
Lé mixabin ú sed mixabin ku, her ku Tirk li astengí ú xetereyan (bi alíkariya Kurdan) rizgar búne, hema yekser dest bi ínkarkirin ú tunekirina Kurdan kirine.
Tu millet ú li tuderén Dinyayé ewqas bébext ú nankor nabe. Ú herwaha tu millet ú li tuderén Dinyayé wek Kurdan dilsoz ú ku zú bi neyaré xwe dixape jí tuneye. Ji xwe, dilsoziya me ú picekí jí nezaniya me bú bela seré me.
Wek mínakeke bi tené, di sala 1919 meha mijdaré de ku Firansayé Dilok (Entab) dagirkir, gelé Kurd bé alíkariya artéşa Tirk ( ji xwe tu Artéş jí tunebú ) herkesí amúrén wek tevr ú bér, das ú misasan ériş birin ser Artéşa Firansayé ú piştí şeré 11 deh mehan Artéşa Firansayé necar ma ú di 25 é cile de bi şun de vekşe´ú cúne Welaté xwe.
Herwaha, li Ruhayé ú Girgomé (Mereş) jí Kurdan bi fedakariyeke mezin alíkariya Tirkan kirin. Lé mixabin, her ku seré wan (Tirk) li xetereyan rizgar bú wan dest bi ínkarkirin , tunekirina ú tarúmar kirina Welaté Kurdan kirin.
Bes, piştí şeré rizgarkirina Netewa Tirk xelata ku dane Kurdan ev bú, ji bo Díloké gotin: Gazí entab, ji bo Ruhayé gotin:şanli Urfa ú ji bo Girgomé jí gotin: Qahraman Meraş. Lé mixabin ku bi navé Kurd ú Kurdayetiyé tiştek nehate rojevé ú nehate naskirin.
De ka em béjin ku wé demé em Kurdén beré bún, me dek ú dolabén dijminan nizanibún ú em hatin xapandin. ( Xwadégiraví ) Lé íro ? Qaşo, em íro li her qadé dengé xwe bihlind dikin ú dibéjin em ne Kurdén beréne. É raste, em ne Kurdén beréne, lé vayé disa bi cend carane ku em dikevine xefika rindén Tirkan ú em bi israr xwe bi wan ve dizeliqínine.( yapiştirma)
Di sala 1991 de me bi rindé wan, Erdal Íníní re ítifaq cékir ú ku encam ci hat seré Kurdan hemú kes baş dizanin. Piştí wé me bi rindé wan, Murad Karayalcin re ítifak cékir ú ku ev ji di derheqé me de ci dibéye ú ci difikiriye ew jí li holéye.´ Ú íro jí em hé zide baqil búne ú em búne siyasetmedar, vécaré jí me beré xwe daye Celal Dogan. Vé caré siyasetmedarén me dixazin ku di réberiya Celal Dogan der me rizgar bikin.
Ez dixwazim ya dilé xwe béjim, ez nizanime ku siyasetmedarén me dixwazine ci bikin.
Bi deh salane ku em li kolanén hemú Dinyayé ú bi hemú zimané Diyayé diqirin ú dibéjin bijí biratiya gelan, lé min nedít ú nebhíst ku, evdekí Xwedé béje eferín ji we re, an jí ku béjin spas ji bo we. Her ku me got: Bijí biratíya gelan (Tirk ú Kurdan) wan érişén hovane aníne seréme,
Her ku me behsa mafekí herí bi cúk ú ínsaní kir, di ridén wan de hetta xirabén wan bi yek dev ú bi yek zimaní gotin hún terorístin ú hún cúdaxwazin.
Dibéjin: Bes li Tirkiyayé mafekí we heye ew jí mafé ku hún li me re xulamtiyé bikin ú hwd. Lé siyasetmedarén me bi israr dibéjine em ne cúdaxwazin ú em dixwazin ku bibin partiyeke Tirkiyayé.Ú ti pirsgiréka me bi Dewleta úniter re tuneye, tu pirsgiréka me bi al é re tuneye ú em ne Dewleté dixwazin, em ne Federalízmé dixwazin ú em ne jí otonomiyé dixwazin. É de başe bavémin ka hún ci dixwazin. Ma ev bú 35 sal ku hún şer dikine, ma ka ev şeré we bes ji bo ku Túrkiye bibe xwadiyé Komareke Demokiratik bú ? An jí jo bo ku réya ítifaqan li we re vebe? Bawerbikin zarokekí 5/6 salí jí bawernake ku húné bibin partiyeke Tirkiyayé. Ú herwaha zarokekí Kurdan é 4/5 salí jí bi ví aqilé we bawer nake.
É de bavémin hún ketine péy ci? Ez nizanime ku va rewşa we ji bo bé kesiyé ye,an ji nezaniyé ye, an jí ji tirsane. Ma, ka húné kícax bi cesaret rastiya Kurd ú Kurdayetiya xwe dinin ser maseyé? Ma qaşo em dibéjine ku em ne Kurdén beréne, Bes li beşa Bakuré Kurdistané em 20 milyon Kurd dijíne ú ev bú 35 sal ku em li kolanén dinyayé dimeşne ú em di sed sala 21 an de dijíne.Vaye Tirjkiye li ber devé deriyé Ewrupayé ye ú dinya dibéye Kurdno hún ci dixwazine, lé vaye em ketine nav hewldane ú req ú teqa ka emé cawa xwe bi Tirkan ve bizeliqínin.
Apé Musa Rehmetí, di nívíseke xwe de li Tirkan re digot: Birast, eger ku em birayé hevin, vaye bú 70 sal ku em dibéjin nemutlu Túrkúm diyene ( yané xwaziya min bi wí kesí ku béje ez Tirkim).De ka werin li íro ú bi şunde jí, ne 70 sal hema 35 salan jí em béjin ne mutlu Kúrdúm diyene. Apé Músa ev gotin 11 sal beré gotibú . Lé siyasetmedarén me én íro hé newérine ku di civín ú civakén xwe de bi israr li zimané xwe xwedí derkevin ú bi israr zimané kurdí bidine jiyandin. We, milletekí ku bes di gotiné de beje ez Kurdim ú ku bi ruh ú giyana xwe jí bi Tirkí bijí ava kir. Ma qey li vé ú xerabtir ú kambaxtir ci heye? Ma qey evqas şehíd, evqas Pakrewan ji bo ci búne gorí ? Ma qey evqas ked, ewqas wéranbún, ewqas tarúmarbúna Welat ji bo cibú?
Ma qey ne ji bo cand ú zimané me bú? Ma ne ji bona ku em picekí ji tirsa Tirkan rizgar bibin ú ku em ú zarokén xwe bé tirs ú bé xofa Tirkan bi aramí dinava nivínen xwe de razén?
Hişén xwe bidin seré xwe, 45 milyon Kurd bi we re ye, ka hún cima xwe davéjine quncikan, Bi cesaret héví ú daxwazén gelé Kurd di her qadé de bínin ziman.
Bawer bikin ku gelé Kurd tu ré ú récan nabíniye, eger ku gel alternatifeke din bibíne é wer kulmeké li wexe ku húné tikevin bin heft qat erd. Vé baş zanibin ú ji bír mekin.
Lé ya herí baş ewe ku guh bidin gelé xwe, hele ka daxwazén gel cine.
Rojeké were, ew gel é li we hesab bixwaze, gere hún kanibin bersiva bav ú dayikén Pakrewanan bidin.
Cenevre"de Kürt edebiyat akşamı... Gönderen Hasan Tarih: Perşembe, 22. Eylül 2005 (706 okunma) KonuKurdi
CENEVRE’DE KÜRT EDEBİYAT AKŞAMI
İsviçre’nin Cenevre kentinde geleneksel uluslararası edebiyat etkinlikleri başladı.
22 Eylül 2005 tarihinde (Bu gün) saat 20’de Kürt edebiyat akşamı gerçekleşecek.
Cenevre belediyesinin desteklediği edebiyat akşamında yazar Aydın Dere’nin yöneteceği panalde Suriye Kürtlerinden yazar Favaz Husên, Türkiye Kürtlerinden yazar Seyhmus Dağtekin ve Asuri-Süryani asıllı Iraklı yazar Efrem-Yusuf İsa katılacaklar. ‘Kürt edebiyatının tarihsel gerçeği ve farklılıkları’adıyla verilecek panelle İsviçreli,Kürt,Türk ve farklı edebiyat severlerin katılımı bekleniyor. Resam Bayro’nun resimlerinin sergileneceği ve Tanıtım amaçlı Kürt mutfağının da sunulacağı panelin yapılacağı adres: Maison Communale de Plainpalais Rue des Carouge 52 numarada. Cenevre belediyesi Kültür kürümünün geniş bir tanıtım yaptığı ve İsviçre basının da ilgi gösterdiği öğrenildi.
Kurdi: Tirkmenên li Tirkiyeyê kurdên Kerkûkê tehdît kirin û doza Kerkûkê kirin Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 28. Ağustos 2004 (500 okunma) KonuKurdi
Komeleyên tirkmenan yên li Tirkiyeyê, li dijî kurdên li Kerkûkê bûn yek û xwest ku kurd terka Kerkûkê bikin.
Tirk ji axaftina Donald Rumsfeldî ya navê Kurdistanê tê de derbaz dibe aciz bunê Gönderen Redaksiyon Tarih: Pazar, 08. Ağustos 2004 (435 okunma) KonuKurdi
ENQERE, 8/8 2004 — Medyaya tirkan ji axaftina wezîrê paraztinê yê Emerîkayê Donald Rumsfeldî aciz bûne. Rumsfeldî di axaftina xwe ya di konseya pêwendiyên derve ya Chicagoyê de axaft û got ew nikare zêde here Chicagoyê lê ew diçit Afxanistan, Pakistan, Kurdistan, Kazakistan û Ozbekistanê. Heger navê Chicago bibe Chicagoistan belkî zêdetir here Chicagoyê jî.