Sê Damarên Jiyanê(I)-Mîrhem Yîgît Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 06. Ocak 2010 (1830 okunma) KonuKurdi
Me soz da hevala Bêrîtan ku em binîvisînin. Ez li defterekê geriyam min pêde nekir, yeke min hebû qediyabû. Em ketin rê, zêde dem tunebû. Bi min re pelên cixaran hebûn. Min li ser wan pelan notên xwe girtin. Bi dirêjaya 40 rojan şer min rojane nivîsand: Em li ku ne, em li ku ketine kozikan, em kîjan heval bi hev re ne, hevalan wê demê pirr cîh jî û yekîne jî dughertin. Mesele, em ketine taximê kîjan hevalî, mesele, me filan, filan heval me bi hev re hereket kir, em ji filan noqtê çûn bêvan noqtê.
Divê Jenosîda Dêrsimê Bibe Pirsa Cîhanê Gönderen Hasan Tarih: Salı, 05. Ocak 2010 (2530 okunma) KonuKurdi
Di 24 Çileya Paşîn 2010 de Konferansa Dêrsim-1938 ê li Stockholmê pêk tê. Konferans ji aliyê Kurdocide Watch-Bakur ve tê organîzekirin. Gelek dezgeh û kes piştgiriya xwe pêşkêşî konferansê dikin. Me, berî niha dîtina şanoger Kemal Gorgu pêşkêşî xwendevanan kiribû. Gorgu, bi lîstikek şanoyî beşdarî konferansê dibe. Em, di hevpeyvîna duwê de, sohbeta bi gerînendeyê giştî ya kovara Sîrwanê, û serokê Kurdocide Watch-Bakur, rojnamevan Seyidxan Anter pêşkêşî we dikin.
Ji SU TV Pengaveke din… Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 04. Ocak 2010 (3300 okunma) KonuKurdi
Su Tv ku berî çend mehan dest bi nûçeyên Kurdî kiribû û her êvar bi awayekî zindî seet di 19.30’an de nûçeyan pêşkêş dike, niha jî dest bi nûçeyên Ermenîkî kir.
Rojnamevan Ozçelîk Nirxandina 2009’ê li Tirkîye Dike Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 04. Ocak 2010 (2675 okunma) KonuKurdi
Rêzdar Ozçelîk dibêje, nîyeta dewleta tirk tunebû ku pirsa kurdî çareser bike. Nîyeta wan ev bû ku DTP û sîyasetvanên kurd bê hêz bikin. Baştir bû ku plana AKP ya rê vekirina pirsa kurdî hilweşîya çimkî AKP ne ji dil e.
Hevpeyvînek bi Mam Recall re / Mem Xelikan Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 03. Ocak 2010 (2060 okunma) KonuKurdi
Mam jî, ji Kurdên Anatolî ya Navîne. Ew li gundê Karagedik'ê, li sala 1954 an, ji dayîka xwe bûyîye. Karagedik; gundeki girêdayî yê, Haymana û Enqerê ye.
Dadgeha Tirk Serokê Dalkurd Ramazan Kizil Ceze kir Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 01. Ocak 2010 (3115 okunma) KonuKurdi
Îro saet yazdehan, li Dadgeha Giran ya çaremîn a Diyarbekir doza Serokê Dalkurd Ramazan Kizil hat dîtin. Birêz Ramazan Kizil li gor Qanuna Tekoşîna li dijî Terorê û di çarçeweya sucê propagandeya rêxistina dervî qanunê hat darizandin.
Baksî, Walrafê Kurd(II)-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 30. Aralık 2009 (3360 okunma) KonuKurdi
Baksî naskiriye, roja cenazê wî birêkirin Kurdistanê, li ber deriyê nexweşxaneya Karolinska li Stockholmê rê û rêwanî nema, li ser goristana Amedê jî wiha. Ew yek û Mehmed Uzun dudo, dinya rabû ji bo wan, koça Ahmed Kaya jî deng da. Berê kes bi rewşenbîr û kesayetiyên kurd nedihesiya, bêdeng û bêpêjin diçûn, di nav bêkesûkûsiyeke tîr û tarî de serê xwe datanîn, noqî nav derya jibîrabûnê dibûn, çavvekirî û bi dilekî şikestî rihê xwe teslîm dikirin.
Homayan Aqil Pernayo Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 28. Aralık 2009 (1825 okunma) KonuKurdi
Filmê "Homayan Aqil Pernayo" bi kırmanckî/zazaki 29ê na aşme de roja sêşemi seat 20:00 de KURD1î de êno weşanayene. Şima lînkê cêrênî ra şînê firagmanê nê fîlmî temaşe kerê.
Baksî, Walrafê Kurd(I)-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 28. Aralık 2009 (2930 okunma) KonuKurdi
Dema behsa kurdên li diyaspora dibe, yek ji çend kesên ewil tê bîra mirov Mahmûd Baksî ye. Min Baksî cara ewil li Berlinê nas kir. Sal 1972 bû. Ez wê demê li Praga Çekoslovakya xwendevan bûm. Ji bo kongreya Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa çûbûm Berlinê.
AKP Fîguranan Dixwazi-Salih Agir Qoserî Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 25. Aralık 2009 (1850 okunma) KonuKurdi
Kurdan ji destpêkê û heta nuha bi şik li vê ‘demokratîk açılımê’ nerîne û bi mesafê nêzîk bûne. Sedema vê yekê ew e ku heta îro vê dewletê, bi tu awayî bawerî ne daye Kurdan. Her çiqas hikûmetên piştî salên 1990’î dîrek an jî îndîrek hebûna Kurdan pejirandine û bahsa daxwaza xwe ya çareserîya pirsgirêka Kurdan kiribe jî, piştî bi demekê ji gotina xwe vegerîyane û wek hikûmetên berî xwe, her tişt berdewam kirine.
Turkiyê Dixwaze Serokê Dalkurdê Ramazan Kizil ceze bike Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 25. Aralık 2009 (3005 okunma) KonuKurdi
Ramazan Kizil mirovek welatperwer e, evîndarê zimanê kurdî ye. Bi kurdî hizir dike û bê tirs dîtinên xwe dihêne zimên. Wî û hejmarek welathezên kurd, bi fedekariyên mezin ji bo pêşketina futbola kurdî li bajarek Swêdê dest bi xizmetê kir û xizmeta wî bê westan didome.
Berî û piştî PKK VII-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Perşembe, 24. Aralık 2009 (2425 okunma) KonuKurdi
Di şerê di nav gelê Kurd û dewleta tirk de zêdeyî 40 hezar mirov mirin, çendewqas mirov jî birîndar bûn, seqet û şeht man. Zerer û ziyaneke bêqedar gihişte herdû aliyan. Hevdûêşandineke mezin û fireh çêbû û ber bi dawiya xwe de piraniya civakê girte ber xwe. Bi milyonan malbat û ezbet ji cîh, av û axa xwe, ji kar û warên xwe qetiyan.