Ji Serokatîya Cezaya Giran re Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 30. Temmuz 2010 (830 okunma) KonuKurdi
Dozgerên Birêz, Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêkeke gelekî girîng ku jîyana Tirkiyê ya civakî, sîyasî, aborî û ewlekarîyê gelekî ji nêzîk de eleqeder dike. Ev yek di serê pirsgirêkên wiha de tê. Ev rewş di hin daxuyanîyên Serokwezîr de jî dîyar dibe. Di Cotmeha 1991’ê de, Serokwezîrê wê demê Suleyman Demirel got ”em realîteya Kurd nas dikin”. Lê li ser hişyarkirin û rexneyên der û dorên desthilat, li vê gotina xwe xwedî derneket, pêwistîyên vê gotinê pêk neanî.
Dersên kurdî-Zanyariya Civakî(15)-M. Elî Tuysuz Gönderen Hasan Tarih: Salı, 20. Temmuz 2010 (1180 okunma) KonuKurdi
Konservatîzm li dij ramanên dema ronahiyê reaksiyonek bû. Rêvebiriya wê îdeolojiyê berê Edmund Burke û piştre jî Hegel dike. Ji bo vê xetê kevneşopî, dîn, aqil û netewe peyvên girîng bûn.
Şehîd, gazî û şervan-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Salı, 20. Temmuz 2010 (1220 okunma) KonuKurdi
Berxwedan û şehadetên zîndana Amedê li dijê dirindeyî û çavsoriya 12 ê Îlonê, li pey hev berxwedanên Mezlûman, gurûbê çarkesî; Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengin û Necmi Oner, berxwedana 14 ê Tîrmehê; M. Hayri Durmuş, Kemal Pir, Akif Yilmaz, Ali Çiçek û giş şehîdên heta vê bêhnika em tê de, ji vî perçî yan ji perçên din, ji vê olî û mezhebî yan jî ji yên din, kurd yan ne kurd,kurmanc, zaza, soran, hewreman, kelhûr û Hwd, giş bang û mesaj in ji bo gelê kurd, siyasiyên li derve û me tevan.
Bavê Nizar çû ser dilovaniya xwe ! Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 14. Temmuz 2010 (1110 okunma) KonuKurdi
Welatparêzê kurd Bavê Nizar ( Jamil Djoumma) roja înê saet 13:30’an de li bajarê Bonn yê Almanyayê çû ser dilovaniya xwe. Ev demeke dirêj bû krîzên dil rojên wî dihêjmartin û di dawiyê de ew ji jiyanê veqetand.
Çek berdan an jî danîn-M. Elî Tuysuz Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 10. Temmuz 2010 (1330 okunma) KonuKurdi
Belê divê ku şer bête sekinandin. Lê di kîjan şert û mercan de? Ji HakPar, Kadep, Psk, partî û rêxistinên din bigre heta gelek kesayetiyên ku dij Pkk ne dem bi dem behsa çek berdan û danînê dikin û dixwazin ev metod êdi bi kar neyê, ji ber ku şer bê fêde ye û di vê sedsala nûjen de zirarê dide dawaya kurd. Heta PDK Başûr û YNK jî bi şer pirsgirêk çareser nabin, dibêje.
Romana bi guftûgo-Mîrhem Yîgît Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 03. Temmuz 2010 (950 okunma) KonuKurdi
Guftûgo pêwist e, berdewam hewcedariya me heye pê, bi qasî nan, av, xew û xwê pêwist e, nîşana zindûbûnê ye, Xwedê mirov ji cihê bênîqaş biparêze. Roman yan jî dabaşeke din ne pirsgirêk e. Qonaxa me bi aliyekî xwe jî qonaxa xwenîqaşkirin, xwejinûveavakirin, binûvekirin û xweformûlekirinê ye.
Nêzîkbûna Demokratên Swêdê û BDP'ê Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 23. Haziran 2010 (1200 okunma) KonuKurdi
Do li ABF a Stockholmê bi insiyatîfa Sosyal Demokratên Swêdê, beşdarbûna BDP'ê, hevkariya Palme Center û Kurdocide Watch-CHAK ê li ser ”Rewşa Turkiyê û Pirsgirêka Kurd” semînerek pêk hat. Di nav kesên ku beşdarî semînerêbûbûn de
Hejmara 137 ya Duheftînameya Agirî derket Gönderen Hasan Tarih: Salı, 22. Haziran 2010 (1155 okunma) KonuKurdi
Hejmara 137 ya Duheftînameya Agirî derket û roja 21.06.2010’an çap û belav bû. Agirî bixwînin, binasînin. Têdîtin, pêşniyar û rexneyên xwe ji bo me bishînin. Agirî li ser vî navnîşanî bixwînin û bidest bixin.
Semîner Pirsgirêka Kurda li Tirkîyê Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 20. Haziran 2010 (905 okunma) KonuKurdi
Sîyasetvanên Kurd Selahattîn Demirtaş û Nûrî Yaman li Stockholmê beşdarî semînerekê dibin. Di semînerê de rewşa dawî û pirsa 3000 zarokên Kurda di zindanan de ê were nîqaşkirin.
Dersên kurdî-Zanyariya Civakî(14)-M. Elî Tuysuz Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 19. Haziran 2010 (1555 okunma) KonuKurdi
Îdeolojî ramanên sîstemkirî, gerdûnî (unîversal) an jî gelemperî ne. Îdeolojî ramanên wisa sîstemkirî û gelemperî ne ku di navbera dîtin, rewş, bûyer û qewimandinan de, girêdanan tespît dike. Raman ji bo îdeolojiyan dibe bingeh û hîm.
Li Xilatê Gundek-İsmail Beşikçi Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 13. Haziran 2010 (930 okunma) KonuKurdi
Dema ku min nivîsa hêja Hesen Bildirici ya bi navê “pêşîyên min yên tetîkçî” xwend, salên min, yên ku min eskerî kir hat bîra min. Min di salên 1962-1964 de eskerî kir. Salên min yên 1963-1964 li Bidlîsê û der û dora Colemergê derbas bû. Dema ku li Bidlîsê bûm, ez weke sûbayê nobetçî tim diçûn Xilatê.
Dersên Kurdî-Zanyarîya Civakî (13)-M. Elî Tuysuz Gönderen Hasan Tarih: Salı, 08. Haziran 2010 (1485 okunma) KonuKurdi
Bi fikirandin, axaftin û kar û xebata însanên destpêkê yên prîmîtîv ên berê dîrokê, pêvajoya civakbûnê destpêdike. Hem di hemû demên berê dîroka nivîskî û hem jî di demên din ên piştî vê de, pirsgirêkên ku çareseriya wan pêwîst bûne, hebûne.
Li Dîyarberkirê Netewetîya Kurd-İ. Beşikçi Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 06. Haziran 2010 (1345 okunma) KonuKurdi
Heger ku di derbarê civakî û dîrokî de zanebûneke kûr tune be, ev yek cesaretê dide xwedîyên înkarê. Yên ku di salên 1920’an û vir de bûne, alfabeya kevn nizanin, loma jî nikarin belgeyan bixwe bixwînin û paşerojê fêr bibin. Ev yek jî normal e. Ji van hevalan tevan dibe Mûsa Anter tenê bi alfabeya kevn perwerde dîtibe.
Hemahengî û bereyek netewî li Rojhilatê Kurdistanê hewce ye! Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 04. Haziran 2010 (1410 okunma) KonuKurdi
Rejîma Îranê a xwinxwar di roja 9ê Gulanê Şîrîn Elemholî, Ferzad Kemanger, Elî Heydariyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan dardekir. Ji wan Şîrîn, Ferzad, Elî û Ferhad kurd û endam û aligirên PJAKê bûn.
Roja salvegera mezin-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 30. Mayıs 2010 (2295 okunma) KonuKurdi
27 ê Gulanê, roja damezrandina Radyoya Dengê Mezopotamya ye. Radyo wek îro berî bi 9 salan ji diya xwe bû û bi gotinên dê û bavên zarwên nûxurî, sala 2001 ê çavên xwe li jiyanê vekirin. Bi Radyoya Dengê mezepotamya li saziyên neteweyî yeke din zêde bû û ew jî wek hejmarek saziyên din mohra Tevgerarizgarîxwazî hldigre ku wek xizmeteke dîrokî kete lîsteya projeyên sînornenas û sînorqevêz.